Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Helbestvanê hêja Filît TÎLTAY di sala 1946-an de li gundê Elîcana girêdayî bajarê Îdirê ve ji dayik bûye.
Di nava sê bira û çar xwêşkân de yê herî mezin e. Dîya wî Almast û bavê wî Simo ji esîra Bekiran in. Piştî re bi malbatê çûne li gundê Gomê Jêrîn ku bi ser navçeya Başana Îdirê ve ye bi cîh bûye.
Filît TÎLTAY bi alîkarîya xalekî xwe fêrî xwendin û nivîsandina tîpên latînî bûye. Filît dema ku bûye 18 salî, bi dotmama xwe re zewicîye û niha bavê 5 keç û 6 kuran e. Di sala 1989-a de lawêkî wî di têkoşîna azadî de jiyana xwe ji dest daye. Di salên 90-î de ew di gel zarokên xwe de gelek car hatine girtin û îşkence li wan hatîye kirin.
Di payîza 1993-an de bi bihaneya bi ango alîkarî daye şervanên azadîyê hatîye girtin û bi sezayê îdamê pişt re jî bi yê hertimî hatye seza kirin. Piştî mana 20 salan di girtîgeha Erzîromê de wî birine girtîgeha Kirikkaleyê û niha jîyana xwe li wir didomîne.
Bi helbestvanê hêja Filît re nexweşiya dil heye û ji alîyê Komeleyên Mafên Mirovan re jî hatîye peyitandin ku ew divê bê tedavî kirin û serbest jî bibe.
Her helbestek, her nivîsek, her rûdanek xwedanê serpêhatîyeke dilsoj e. Bê guman serpêhatîya van helbestên di vê pirtûkê de jî heye. Bi kurtî ger weha bête gotin: Nivîsandina vê pirtûka helbestan bi daxwaza helbestvanî wek "Bêsal" hatye pejirandin, weke ya berî vê, ia bi navê Demsalê sala 1992-an li girtîgeha Îdirê di bin ê zextan de dest pê bûye û sala 2002-an de jî li girtîgeha Erzîromê bi dawî bûye. Çendî ku hîn caran dest nivîsên helbestvanî hatine desteserkirin jî, lê belê hîn rîyên badayî ji girtîgehê derketine derve û gêhane Parîsê.
Ev pirtûk û pirtûka "DEMSALê" li Parîsê bi lêkolîneke Zeynelabidîn Zinarî de birast lê hatina dîtin.
Em wek wêşanxane berî her tiştî helbestvanê hêja Filît pîroz dikin, jê re laşsaxî dixwazin û bi hêvîya ku ew zûtirîn dem bigêje azadîya xwe ji Yezdanê dilovan hevî dikin.
Di pirtûkê de 58 helbest hene. Her helbestek di ser babetekî cûda hatîye hunandin. Çendî ku hîn helbest malikê dirêzîne, hinek çarîne ne û bi kêş, nikl û qafîyene, hinek jî serbest in û ne li gor rêza malikên bi kêş û bi qafîye hatine amadekirin. Ji ber hindê jimartina wan zehmet e.
Bi hêvîya ku ev pirtûk bibe alîkar ji bo serpêhatîyên gelek kesên cewr lê bûyî, herweha ger bi hindikî bêjî pirtûkxaneya Kurdistanê pê şên bibe.
Stockholm 20/05/2015
Wêşanxane
Cîh: Stockholm