Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DINÊ

Ne medrese ne dibistan
Min di wan de dersek nekir
Xêncî zulma cehaletê
Min ji dinê beşer nekir

Wekî ezê li wê barkim
Çira derd ji xwere çarkim
Ka çî wê li xwe sitarkim
Min xwe ji wê beşer nekir

Dinê bi min tiştek fanî
Min êwirtî li wê danî
Ne mal bû star ne xanî
Min tu ji wê beşer nekir

Filît dibê hey wax li min
Bû talanî li emrê min
Ez we nizam lê wekî min
Ji vê dinê beşer nekir.

Dîrok: 1993

Cîh: Îdir

← DAYÊ Destpêk SERHILDAN →