Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Hûn silav li ser silava bişînin
Bo egîdê serhildana gundê me
Ew li Cûdî, Tendûrekê şehîd in
Deng jê tên ji goristana gundê me
Li gund de zarok li dû wan tevrabûn
Xatir xwestin dêyên wan jî pê şabûn
Li çar hêlê kurdistanê belavbûn
Dijmin şaşkir serhildana gundê me
Keçkê gundê me û xortê cînara
Serî hildan xwîn rijandin beyara
Tirs û lerze xistin dilê neyara
Dijmin şaşkir serhildana gundê me
Ez şervanê xelkê deşta jêrîn im
Emrê mine, ez di wêda dimînim
Çend caran derban li dijmin dixînim
Dijmin şaşkir serhildana gundê me.
Dîrok: 1993
Cîh: Îdir