Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Li wan zozanê sinegê
Ez li te digerim leylê
Ser kaniyê bindarûkê
Ez li te digerim leylê
Ji evîna te çend cara
Ketim rewşa dîn û jara
Li gunda û li bajara
Ez li te digerim leylê
Tev ji bona te melekê
Ketme çerxa vê felekê
Li serhedê tendûrekê
Ez li te digerim leylê
Filît keti hêla leza
Gundê goma navdargeza
Dikim qesra berx û peza
Ez li te digerim leylê.
Dîrok: Berfanbar 1993
Cîh: Îdir