Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DÎLBER

Dîlber ma qey tu nizanî
Min ji bo te el û eman
Bi wê eşq û xeyala te
Li min nema hal û guman

Hal ji min çû derbederim
Wekî mecnûn dilkeder im
Ji eşqa te bê xeber im
Çi li ser min didî ferman

Nede ferman tu lehzekî
Li vî halê min mêzekî
Ez nexweşim êdî wekî
Birîna min bikî derman

Derman nekî birîna dil
Wê ji min re nebe qabil
Rê bidî min ji baxçê gul
Mîna bilbil bigrim mekan

Negrim mekan kuve herim
Qey teyrê bi bask û perim
Kengîva li te digerim
Ez ewirîm tu bûy kewran

Ew kewran ji hêla me hat
Ez Filît im dibim xelat
Axîna min ji bo welat
Ez di dil de bûme qurban.

Dîrok: Pûşper 1993

Cîh: Îdir

← LEYLÊ Destpêk ZARÊN ROJ NEDÎTÎ →