Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

ZARÊN ROJ NEDÎTÎ

Di bin ewrê reş de
Zarên rojnedîtî
Li rojê digerîn

Rê dûr şev tarîbare
Şêlîbûna avê, axa bê daristan

Şewat şîn û talan
Li wan daye navê

Wêranbûn, girî tev bûye para wan

Dîsa jî bêrawestin li rojê digerim

Ew zarên roj nedîtî bi hêvî
û bi guman li dayîka xwe
rojê digerin rojê
Mizgîn li roj nediyan

Tarîtî qelişî
Ronahî vejinî
Roj nediyan roj dît
Serkeftin û serkeftin…

Dîrok: 1994

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← DÎLBER Destpêk PESNÊ WELAT →