Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ezê kesera dilê xwe birêjim
Pesnê welatê xwe ji we re bêjim
Ji deşt û çiyayên wê çiqasî şabî
Tu carê tu ji kurdistanê têr nabî
Belekiyên berfê, avên rûbara
Teyrên baz xwe didin sîngê zinara
Xweşe-xweşa çemên wê ji avcewan
Dengê qulinga qebe-qeb a kewan
Nav baxçeyên xemilîne ji gulan
Li wir tên dengê şalûl û bilbilan
Kulîlkên neqş li hemberê zozana
Mozê hingiv dibin mêvanê wana
Pal û berpalên wê tê bêjî nexşin
War û warkozên wê tev konên reş in
Xortên wê helbestbêj in bilûrvanin
Keçên wê pêşekar in, bêrîvan in
Karker cotkarên wê mêrg û zeviya
Hejmekarî tu têr nabî ji wêya
Yên ji kesra vî welatî dinal in
Hemî berxê koza rostemê zal in
Rojhilata navîn deye ew welat
Ji bapîrê me de maye ew xelat
Ew warê xwina mêrxasa lê rijî
Gelê kurdan li ser axa wê dijî
Meriv pesnê wî welatî ku dêje
Qey şerbetê li ser ziman dirêje
Şirîn e,wek hingivê bê şimaye
Çiqas tişt di wêde veşartî ma ye
Xwezil kurd di wêde azad bin carê
Tev bibin xwediyê cîh û sitarê
Hingê bi hev şa bin bi dil û bi can
Bi kesera çend sala bibin qurban.
Dîrok: 1995
Cîh: Girtîgeha Erziromê