Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

NÊÇÎRVAN

Xwezi min tu nedîtayî
Kezîzerê te ez kuştim
Bisk û gulyên hûr badayî
Kezîzerê te ez kuştim

Ma ne bes e kezîzerê
Çavên belek ji nezerê
Xirab tir in ji xençerê
Bala bejna te ez kuştim

Te bi ewê bejn û balê
Kesk û sor zer dêre alê
Qirikdeqê, enî xalê
Bala bejna te ez kuştim

Bes xeman li min zêde ke
Carek bizvir min mêzeke
Gulya veke bawerzeke
Bala bejna te ez kuştim

Kar xezala kurdistanê
Wekî gula gulistanê
Dibişkivî zivistanê
Bala bejna te ez kuştim

Dişibî çiyayê Zorê
Êlê kurda xwe dan dorê
Şîlana nav gulên sorê
Bala bejna te ez kuştim

Ta file yî min ne xeme
Xortê kurd im çav li teme
Çima qey ez ne guneme
Bala bejna te ez kuştim

Ji xêncî min dildarê te
Ew kê bibe mêvanê te
Tu xezal ez şivanê te
Bala bejna te ez kuştim

Min ji kerba diqarînî
Awirên tûj dibarînî
Keça Harsê tu narînî
Bala bejna te ez kuştim.

Dîrok: 1996

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← PESNÊ WELAT Destpêk KEZÎZER →