Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

KEZÎZER

Nêçirvano melezîne
Hespê kapreş newestîne
An li vê rê neçe neyê
An jî min ha neqarîne

Xotê kurdo ez Fileme
Nêçîra ber keysa teme
Tu bikujî zû min bi kuj
Va me ez ber benda teme

Wekê li min nekî texsîr
Vekişîn ji kevanê tîr
Kunkî evî dilê hesûd
Ez li ber wî bûme hêsîr

Ev çi lomê bi gazin in?
Vêja kanî kê ez kuştim?
Kezî-gulya hûr banadim
Vaye kanê kê ez kuştim

Çavê min li te qerimî
Xewa şev li min herimî
Hêvîdar im dil hedimî
Vaye kanê kî ez kuştim

Bejin bala te balkêş e
Dûrxistim ji neqş û pêş e
Ev çi kule ev çi êş e
Vaye kanê kê ez kuştim

Xeman li te rêze nakim
Guliyan ji hev venakim
Bimeş carê l`temêzekim
Vaye kanê kê ez kuştim

Heger tu min wisa zanî
Mîna gula zivistanî
Evçi jane te dil danî
Vaye kanê kê ez kuştim

Ji ber hestên min ê bi bar
Diherikin çem û rûbar
Dil sotîme mame stûxar
Vaye kanê kê ez kuştim

Erê lawko ez Fileme
Evindara bejna teme
Ma qey ez jî ne guneme
Vaye kanê kê ez kuştim

Nîne şik û gumanê min
Ji xêrî te mêvanê min
Ez xezal tu şivanê min
Vaye kanê kê ez kuştim

Tu carê te naqarînim
Hêsran dil de dibarînim
Bi te evîn û bengînim
Vaye kanê kê ez kuştim.

Dîrok: 1996

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← NÊÇÎRVAN Destpêk BIHAR →