Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Va dîsa bihara welatê min hat
Şilî hûr dibarin xweşîna çem e
Xort û zerî li gel hevdu dimeşin
Koço Kejê, Delîl Delale cem e
Her biharê welat waha rengînin
Wekî ji wan xweştir tu tişt tunînin
Xorta şapik keça desmal serîn in
Zoro Zerê,Xelo xezal e ceme
Binêr keç û xorta her wekî cara
Dîsa rê qedandin bi koç û bara
Bi rê û rêzanî gihîştin wara
Bilbo Berfo,Miraz Misqal e ceme
Keça kon vegirt in bi risrên duta
Bûka xemilandin derdor bi çîta
Eşq û miraz e ku kê ew bidîta
Li ber reş kon,Malxê Bermal e ceme
Ji gurînên ewran xweşîna cewa
Ji qîrîna quling,qibîna kewa
Kevokê hêlîna rabûn ji xewa
Memo Mizgîn,Şemo Şemale ceme
Çem herikîn av li mêrga fetilî
Ji şîlanan vebûn gulên gulgulî
Her der binefş û nergizan xemilî
Mozê kulîlk ,bilbil sorgule ceme
Berodan e,berx li peza dan dibin
Bi bilûrê şivan serde lal dibin
Bizinên reş karê kever şa dibin
Mîha mexel berxa xalxale ceme
Bihar him serdal e him jî jiyane
Dilxweşî û şahî di nav wêdane
Remza Kawa ye ala bi nîşan e
Malbata Qadî ye pergale cem e
Ber evîna wê ez di dil de xem im
Rojê bi xeyalan xevnê de cem im
Caran ro da diçim qey ava çem im
Weke fetlên avêd rûbarên te me
Welatê min tu her bi min delal î
Mîna Mem bi Zînê keser dinalî
Hêvî yî, guman î, keys û mecalî
Tu evîn î ez jî dildarê te me
Xwezî demek ji wan demen biharê
Ew roj were bibim mêvanê yarê
Bêje min kul, xwe tehl mekim tu carê
Bibêm “bêje canê guhdarê te me”
Li ser çiyayên te nav êl û zoma
Bûme xerîbê te dûrketim lema
Axîne, nalîn e, Filît ê goma
Her wekî kurdekî di dilda xem e.
Dîrok: Adar 1997
Cîh: Girtîgeha Erziromê