Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Xema dîsa serî min civande hev
Zêndan bi min teng e roj gi bûne şev
Ez bi xwe ji vê wêranê nexweş im
Bi heybetê hêrsim bi jan û êşim
Dîwarê sar her derdoê min hesin
Ez im berxwe didim ku nebe pesin
Ji her rojan rojeke xweş bibinim
Ewê jî bi lalî bêdeng dimînim
Qey ku li şopê winda dibim cara
Ji ber tehna ji ber gef û fikara
Hê min xwe ne diye li xwe digerim
Mîna teyrekî bê bask û bê perim
Dizêrim li hember kotekên bi zarî
Ketime dilqê feqîran bi jarî
Berve bade naçe, bi min pir xweş e
Serê min gerew e dê wê biêşe
Dil kulim nexweş im raman hezar in
Hêsir naxuyên bi dizî dibarin
Dilop ji xwînê ne li dû hev dirijin
Bê dan bê tore ne her dem dikişin
Gelo rojek hebe bi van çavên şil
Şad û azad bim ji dûrî jana dil
Yekcar welatê min ku tê bîra min
Heta sibê xew nakeve çavên min
Xwzî di wê de bimrama bi lêzim
Axa wê de bi gor kefen birizim
Waha bibim mêvanê kurdistanê
Di bin berf û barana zivistanê
Ji wê bipirsim bibêjim “Ararat
Dengê Biro, Îhsan Nûrî ça dihat?”
Ew li sêdarê ça didane bêrî
Mirazê min bi wan bighîne serî
Bibînim wan gulên sor ê devbi ken
Yên bi xwînê bûne nîşana weten
Hembêz kim ew şêxên dildar ê şirîn
Dê filît dûrxin ji êşên bi birîn .
Dîrok: Adar 1999
Cîh: Girtîgeha Erziromê