Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

GEWRÊ

Gewrê tu çiqas rindî
Keç gavanê gund î
Garan diajo min dî
Keçê tu çiqas rindî

Timî li pêşber mala
Meger e pişte vala
Veşêre xet û xal
Keçê tu çiqas rindî

Xortê gundê me şêr in
Bo çi li te dinêrin
Ew xortê te bijbêrin
Gewrê tu çiqas rindî

Gewrê rabe berbang e
Çêlekan bajo dang e
Golikan li wan dank e
Gewrî tu çiqas rindî

Xort a tu ji hev pirsîn
Keça lêvê xwe qusin
Pirî ji te dexisîn
Tu rinda beyjn bilind î.

Dîrok: 1999

Cîh: Girtîgeha Erziromê

Berhev: Besal

Hejmara: 20