Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

GULÊ

Gulyên gulê yê zer bala min kişand
Hûr hûnane, qeytanek jî daye ser
Teşî dirêst, hevta ji hevtê şidand
Laleçîne ber pêsîrê gula zer

Bejna gulê sipîndara dora çem
Min çev berdayê dê ez ê herim cem
Jê re ve kim evî dilî tujî xem
Xwe bavême berpêsra gula zer

Gul bi naz e di ser min de nayê xar
Gazinê xwe ji min dikir wekî par
Ez zilamim ew jî bi min dibe qar
Xwe bavême ber pêsîra gula zer

Destê min bi bendê dil ve girêda
Qedexe kir zimanê min kêl lê da
Mirazê min bi wê ma di gorê da
Xwe bavême ber pêsîra gula zer

Xeberek hat ji Filîtê Gomê jêr
Pir bi ber xwe ketin gelek jin û mêr
Xorta dane ser milên xwe tevr û bêr
Wê veşêrin evindarê gula zer.

Dîrok: 1999

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← GEWRÊ Destpêk NOBEDAR →