Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Min got ka ez ji nobedar pirs bikim
Gelo ew çi gulîstanek bê gul e?
Çira belg û çilak ji wan weşîne?
Ew çi qîrîn çi hewara bilbil e?
Nobedar xwe ber bi min girt û bi lez
Bersîv da got: Pir bûn li vir xwedanrez
Hemî kuştin, hindê tenê mame ez
Ber wê yekê min ne eşqe ne şul e!
Bi qîrînî dikir hewar dizarî
Ji herdu çavên wî xwîn jê dibarî
Neyar li wî dabû pir bi xedarî
Ez pê haybûm birîna wî li mil e
Digot: Bila saxbe kurd û kurdistan
Şewitandin hemi dar û daristan
Ji bilbilan vala hîştin gulistan
Nexweş bû, birîna wî ji dil e.
Dîrok: 1998
Cîh: Girtîgeha Erziromê