Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Danîne ber kalo çend gizîkên ta
Wî bi bijûnê dirûn çend têr û ta
Hêvîsandin ji çend lopên kevnare
Çav lê şilbûn hêsir ji wan dibare
Şandin ber golika kalê bêrûmet
Çavê wî nedîtin di kendêl de ket
Jorde totbû qey ku bûye balole
Tiştê ji wî mabû yek jê çokal e
Kalo mir paşê kesê wî lê pirsî
Lê welandin perçe kefenê rizî
Hildan, ew ber ve goristanê şandin
Xêra wî çend kevçî avsîr qulpandin.
Dîrok: 1996
Cîh: Girtîgeha Erziromê