Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Pîrê kelef gizîn rîs ji hiriyê
Didote beroşê şîr ji bêriyê
Dest û piyê zara timê wê dişûşt
Bûkê hê jî lê dikire qûte qût
Pîrê carekê bersîva wê bida
Bûkê bi hesk û hestîfan lê dida
Pîra belengaz ka wê kuda here
Mirinê bi her du çavan digere
Jiyana pîrê tev wiha bihorî
Mir, di bin carcîma kêleka derî
Him nivînê wê ecêb dibînin
Him jî şîna wê wisa digerînin.
Dîrok: 1996
Cîh: Girtîgeha Erziromê