Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DAWÎ YA HER DUYAN (3/3)

Bi kesên wan wetrê ewa mirine
Nizanin wan cî û war guhustine
Ew ji vê jiyana teng derketin çûn
Bûne kulîlk bihar bihar hêşînbûn

Wan kulîlkan xwe bi hev re hejandin
Hingiv dan moza ji saxan re şandin
Ji bîr nekin ku kal-pîrê we hebin
Rûmeta wan bigrin qet bêrêz nebin.

Dîrok: 1996

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← PÎRA BÊ RÛMÊT (2/3) Destpêk ŞITLÊ GULÊN KURDISTANÊ →