Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Oltu, Sariqamîş, Qers û Qaqizman
Li diyarê Şenkaya û Bilbilan
Der-dor çiyayê Alahûekberê
Hevalan lê şerkiribûn j`vir berê
Sala hezar nehsed nodî havînê
Şitla pêşîn Mahir çikand bi xwînê
Nod û dudya carê li wir hejde can
Carê jî lê şehîd bûn bîst û du can
Nod sisiyan de çûnê heyştê sê heval
Bejn-bilindbûn çav-xezalbûn en-xal
Pir sar diçû li wê derê zivistan
Binerd kolan çêkiribûn dibistan
Li wir, hînî zanebûna şer dibûn
Ji nişkê ve carê bêdeng, kerdibûn
Di nav wande xayinekî banzdabû
Bi bêbextî dengî dijmin bangdabû
Hevala çek li wir hildan bi kurtî
Panzdê rêşemê bû roja bihurtî
Ber vê yekê ji bin erdê derketin
Fena berxa serî li ser hev ketin
Li daristanê berf çokek barî bû
Rojê li wan ewr şev li wan sayi bû
Balafir li ser serê wan dizvirîn
Rê-dirb li ser hemî gundan dibirîn
Birçî li ber xwe didin tim ew heval
Qehremanî didomandin şerêd qal
Derb dijmin dan wekî bêjim bêhejmar
Balafirek jî li wir anîne xar
Wê demê heval bi hevdu şêwirîn
Ji bo hinek xwarin cîhkî bibînin
Yanzde heval çûn gundekî xeberê
Neyarê har kemîn dabû wê derê
Neh heval di wî şerî de şehîdbûn
Ew her neh jî qehreman û egîd bûn
Herdû Zinar tevî Sefkan û Firat
Zerevan, Dilgeş û hevalê Jêhat
Hember dijmin şer xurt dikir Berxwedan
Ewa jî şehîd ket mînanî Şervan
Wekî Alê li ser berfê xwîna sor
Li ser sîngê welatê me dibû mor
Hîn geş dibû şer ji berê bêhtirî
Hemî heval ketin rêça du bêrî
Ji bo parastina hevalan bikin
Çeko, Şeref çek-sîlahan radikin
Sivik sivik xwe davêne ber hember
Şer despêkir cî şehîdbûn bi keser
Eşref, Şukrî, Beşîr, Deli û Egîd
Mazlûm, Cengo, Vural, Reşber du Hemîd
Xoce, Volkan, Heqî Diyar û Xurşîd
Jêhat, Şiyar, Akîf, Mahîr bûn şehîd
Mervan, Botan, Cuma, heval Perçevan
Nûrcan, Evdirehman, Serdar û Baran
Li ber gund şehîd bûn serfêza mala
Ûsiv, Dilxwaz, Zêndan, Medya û Ala
Şer Rêşemê domkir heta nîsanê
Bû qal û ceng li herafê meydanê
Ji hevalan xatir dixwest Evînê
Giranşer ma li ser milê Pelçînê
Qey li wê borîn çend meh û çend dewran
Dawyê de şehîdbû, ket nava kewran
Serok hingê kurdan dikir hewarî
Digot: Rabin hemî bigrin vî barî
Welatê xwe ji dijmina parêzin
Ser xatirê ew şehîden bi rêz in
Egîd û mêrxas in tev wekî şêran
Hêrs û heybet cergê dijmin dihêran
Her çiyayê welat cengê datînin
Wek şitla xwe li hemberan diçînin
Hezar silav qedr û qîmet li wan bin
Bi jin û mêr li şoreşê şad dibin
Welatê xwe ji dijminan distînin
Tol û heyfa herzar salî hiltînin
Nivîskarê vê yê Flîtê Goma
Hêsrê min xwîn rijîn j'kê bikim loma?
Dîrok: 1996
Cîh: Girtîgeha Erziromê