Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Wek bilbilê şeyda li benda teme
Bê te bihara min nayê gula min
Meh gulane dema bayê Ecem e
Ber çavên min dîsa babe gula min
Çira çilmisi yî ey gula zerîn
Dîsa geş bibe wekî rojên berîn
Bilindke bijangên li ber çavên şîn
Mirûz berde cardin şa be gula min
Serê xwe xar meke, dilxirab meke!
Tavê tîrêj dane, çavên xwe veke!
Belgên xwe yê zer di ser min de şeke!
Bes e êdî, bes e rabe gula min!
Xwe veşartin ne ji karê xeyba ye
Aşiqê gulazer tûtê şeyda ye
Tiştên taldeyî ne tew bi şahî ye
Bê te bihara min nayê gula min
Wî baxçê ez dibêm gul di nav da ye
Çemê Erez bi xwe ewa avdaye
Gula Filît navda sêşax vedaye
Bê te bihara min nayê gula min.
Dîrok: 08 Avrêl 2002
Cîh: Girtîgeha Erziromê