Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DU HEVAL

Êdî li serhedê kambax ê sare
Koçera war-koz bêxwedî hîştine
Salix ji Girê Zorê yê bêdar tê
Dibêjin du heval wê da kuştine

Ber newaleke Çiyayê Çarsale
Ji kuştiyan yekî bi bejn û bal e
Yeqîn dikim ewa xortê rûxal e
Dibêjin du heval wê da kuştine

Li serhedê payîzeke dereng e
Rojên vekirî kêm in tim lê çeng e
Qîrînek tê gelo ew a çi denge?
Dibêjin du heval li wir kuştine

Li wan xerabê çiyayên bêsitar
Disa li dayikan bûye zarezar
Leqîn kete nav dilê Filîtê jar
Wax dîsa dibên du heval kuştine!

Dîrok: 12 Avrêl 2002

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← ÇIMA ÇILMISIYÎ Destpêk JI BO BÎRANÎNA HELEPÇEYÊ SÊ HEWAR →