Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

JI BO BÎRANÎNA HELEPÇEYÊ SÊ HEWAR

Li ser dewsa gundekî wêrakirî
Sê kevok, sê zarok, sê sêwî mane
Li ser dewsa wan candarên qirkirî
Sêxezal, sê heval, sê rêwî mane

Zare zare herder bûy dû û dûxan
Pêşiyê agir, du re baran bû mêvan
Xêncî navê wan, têlên mû lê neman
Sê newal, sê kendal, sê lêwî mane

Sor gevez bûne ew zarên şewitî
Dê, şîr didanê bi berên peritî
Qîrîn tê ji dilê xortên qimitî
Sê hewar, sê fîzar, sê nalîn mane.

Dîrok: 2002

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← DU HEVAL Destpêk SALVEGER →