Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

SALVEGER

Salbuhêrka bîsta ye ey keç û xortê şoreşê
Rêça Mazlum rasteqîne bi hêzek xurt bimeşê
Ser nexşeya dinê navê welatê xwe binivîse
Bi çilkên xwîna Zîlanê bineqşînin vê rewşê

Di ewê de des pê kirin kar û barê demanê
Bi partiya Karkerên Kurd ronî dane cîhanê
Bû êwira Kurdên welat, yên derve jî ray danê
Kurd û niştiman hebseng in êdî neyar nameşê

Guhdar bin, agahdar bin di cîhanê de em kurd in
Çava vekin rind mêzekin ji egîdan çi merdin
Biyanîno xwînxwarîno dî bes dev ji me berd in
Ev welatê kurdanye, bes li ser nekin wê meşê

Hêsrên dayîkan bûne çem, ji dil diçe xwîna sor
Her cî şehîdên bê nav in, welat hemî bûye gor
Xelk ê ça pêl li vê axê ke malxirab ocaxkor
Bi kuştin be, bi hîştin be hîn zêdetir bimeşê

Salvegera partiya me şahiyê dide welat
Pîroz dibe deşt û çiya li her derê bi xelat
Ji ber rûmeta gelê kurd, dinê hemî maye mat
Bakûr û başûr hejandin bi timtêlê bi rewşê.

Dîrok: 1998

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← JI BO BÎRANÎNA HELEPÇEYÊ SÊ HEWAR Destpêk BÊDENG →