Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ev çi ye mecalê nade min?
Mecalê nade ku çavê xwe vebikim
Ne payîz e, ne zivistan
Ne jî bihar e
Ne baran heye ne jî ba….
Ev çi ye?
Naşibe tu deman….
Qey rondik in?
Li meha rêşemê dibarin….
Ne xeyda min bi te heye ey felek!
Ne jî aştiya min bi te re
Di nav dilê min ê şikestî de çi karê te
Heye,
Dibe ku pawan î ji min?
Çi ketî durêza min feleka xayîn?
Min di quncikê minde, bi tenê bihêle.
Ji xwe te bi ya xwe kir.
Dîrok: 2001
Cîh: Girtîgeha Erziromê