Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ramanê ji hevûdu belawela
Wekî ji zelalî şêlû bibe av
Meriv tê de serobinî hev dibe
Ne hêz dimîne, ne qidûm ne jî gav
Mêjiyê meriv li meriv dibe dew
Rojê ne şad û geş, şevê jî bê xew
Qencî qirabî li hev diqelibe
Ji girêbûnê re jî sedem e ew
Ne karê te kar e, ne barê te bar
Ne pişt rast dibe û ne jî stuyêxar
Ne ew e ku tu xwe bi xwe rêbibî
Ne jî ew ramanên li te bûne bar
Tu her çiqasî hêz bî bila bibî
Dîsa di bêhebûnê de noqdibî
Êdî wan yek bi yek ji hev dijbêrî
Ji kîjanê sil, ji kîjanê şa bî
Ew layeyên tu li nav wan digerî
Wek şibhê zozanên ser bi berrî
Diçî nava wan kulîlkên xeyalî
Dixwazî tim di nav wan de bigerî
Her deng bi te wek newayên awaz e
Ne dît ne bînaye hemî bi raz e
Bi min birc û serayên bihuştê ne
Êdî ew talî û bext û miraze.
Dîrok: 2001
Cîh: Girtîgeha Erziromê