Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

GIYAN A MIN

Bêguman, girtiyê teme giyana min
Li serhedê gav bi gav li te digerim

Min şopa te heta Erdîşê gerand
Li geliyê Gazê nav baxçekî
bi gul û kulîlkan êwirîm,
Dema min pirsa te ji gulê kir;
bêhna te ji wê dihat
Ez, ji wê vir de bûm dîlê te
Dilê te li min bû zêndana bê derî

Dildara min êdî ji gerê mestim
û min nû fêmkir sedema vî karê bêgar
gera beytû ye
Ji derewan çi tê
min neqedand xwe ji te dûrxim,

Sal li min bûne telaş
Hê di keleha di dilê tede diperçiqim
Va mirin destê xwe radarî min dike
…….tu….,...?
Navnîşanê min, wekî ya berê ye
Heger bibiyî teqal a min
Cara yekê ye li zêndana evînê
Destûra serîlêdanê dan

Di sêdara evînê de stûbend im
Tu ku werî zû were/an bixeniqîn
an jî derî li girtiyê xwe veke
Ev zêndana di dilê teda; bi kevira jenîne
Lewra bi rondikên çava nayên hilweşîn
ku ez jê derême der……

Dîrok: 2002

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← RAMANÊ BELAWELA Destpêk ÇI QAS XWEŞ E →