Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Li me hemiyan pîroz be
Bîst û heftê sermawezê
Em bi gelan danasand in
Bîst û heftê sermawezê
Çi qas xweşe serdala me
Ew timtêl û pergala me
Minanî govendekê ye
Şadî daye welatê me
Ew xelate ji bo dinê
Dema tê pîrozkirinê
Bîst û heftê sermawezê
Serfirazî daye jinê
Biryareke bîst û heft a
Azadî hûna bi ta ta
Ji bo mêra pê û par be
Jin jî wan re bûne hevta
Ji bo aşîtiyek miqîm
Vê rojê de, danîn ew hîm
Serokê me ew baxçe çand
Aran û best tev bûne çîm.
Dîrok: 1998
Cîh: Girtîgeha Erziromê