Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DIKUJIN DIÇIN

Bê lome be, hîn devê min nalive
Berga minde peyvan dibêjin diçin
Nezanin ez tehl im, tûjim çawa me?
Xwe ra, xwera tên min diçêjin dişin

Qaşo zane, paye bilind dicoş in
Buha bi dest dixin erzan difroşin
Bê zikrê cergûbez cezbê de coş in
Bê xençer û şûr min dikujin diçin

Çi xeterî hebin, nizan in dikin
Ez zêde nebêjim û bi kinekin
Barê pişta min ket,wey li halê min
Wekî zûriya min dimijin diçin

Ne fedî bi wan heye û ne jî şerm
Ne sarbûna wan û ne jî tîna germ
Ne serjê dikin ne jî digurin çerm
Bi ser û berê min dipêjin diçin

Solîn bim jî li dor pelên gula xav
Her tême gêvaştin dibim çenge av
Bêser û berat e, bê deng û bê nav
Min di çemekî de dirêjin diçin

Ez bi xwe ne bûme das, ne jî destîdas
Ne serê min kêr hat ne lingê pêxas
Filîtê goma me, kesê xwe ne nas
Çêtir û xerab, min dikujin diçin.

Dîrok: 2001

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← ÇI QAS XWEŞ E Destpêk EZ JI VAN FIKARAN PAXAV IM →