Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

EZ JI VAN FIKARAN PAXAV IM

Ev çend carin leq li avahiyê min ket
Stûna bin kêranê rizî
Cara çenda ye hate hêca feqandinê
Ez ji wan fikaran paxav dikim,
Lewra min, ji min dûr dixin
Ji xwe wan hej xistiye avahiyê min
Em, hev disûrikînin

Bêhemd dihêrifim
Di bîranînên xwe da dimeşim
Sêwra êwira min li qûntara çiyê
Li ser lêval çem, li ber deviya şîlanê;

Li hember zozanê Tendûrekê
ciyê lê rûniştîme lingê min li nav avê da
destê xwe li kulîlka digerînim.
Çavê min wisa vekirî
li wan zozanên hember çûn û bêqerm
nedilîstin!
Li hevûdu dinêrîn du kaniyên neqebê
binefş û nergizên cot bicot,
bilbilê li benda gulê
jiyan diherikandin.
Çi dipan gelo du çavên xilmaş
ma qey dibên vegere?
Kêranê avahî rizî ye û
stûna wî li ber feqandinê ye.

Dîrok: 2000

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← DIKUJIN DIÇIN Destpêk ŞEMAL Û ŞEVÎN →