Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Sibe zû bû li ser kuça sûkekê
Du zarên keç li wir gulan difroşin
Por kurîşkin, xwînşirîn in, rû zerîn
Ew herdu keç li wir gulan difroşin
Ne ew gulan, ne gul ji wan xalî ne
Bûne tevhev wekî xeml û xêlî ne
Ew her du jî bi rawêj pêncsalî ne
Bi xwe gul in û gulan jî difroşin
Min xwe li nêzîkî wan kir gav bi gav
Diricifîn sotîdil in xembelav
Ez kirî sêwandim ewên rûgulav
Her dem li wê derê gulan difroşin
Ji şopgirên li der dor bi bifikarin
Ji xefyên xofgir ji serbazên şar in
Ji destê wan gef û kotek dixwarin
Ew, bi dilekî ters gulan dıfroşın
Ji wan merivên saw, ewên gewdegirs
Li dora xwe dinêrin bi titrse tirs
Bi zarnermî min ji wan xwest çendî pirs
Him bersîv dan him jî gulan difroşin
Gotin:“xalo em herd xwîşkên cêwî ne”
Bavê me kuştine, eme sêwî ne
Navê min Şemal e, ev jî Şevîn e
Her roj li vê derê gulan difroşin
Ji xwe em sêwîne xaloyê xêrgir
Tu dixwazî ku me nehêlî li vir
Çar gul mane, ewana jî tu bigir
Her roj li vê derê gulan difroşin
Li ba me nîn in gulê belgçilmisî
Heger tu rastiyê ji me bipirsî
Em nafroşin ew nesrînên qerisî
Gulên nû vebûyî li vir difroşin.
Dîrok: 1999
Cîh: Girtîgeha Erziromê