Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Hêsa nîne roja nemir
Ku ronahiya wê bînî ziman;
Ew stêyrka bi rêk û pêk dike
Bi rêgahî dide meşandin
Kî ne ew nazan?
Kî ne ewên ketî?
Kê dikare wê bike tarîbarê?
Gelo kîjan,lo!
Ew ne kelpara prometeûs e
Ew tava rojgêra jiyanê ye
Têgiha divêt, wisa hêsa nine
Debdeb û stewîna wê
Serkeftina şemala wê
Û bendketina tarîbarê.
Temaşekin;
ronahî qey ji tarîbarê tê?
Windabûna tarîbarê jî ji wê ye?
ew şemal nexşê hiş e
Meriv di xwe de dimîne
Erzanî ye,hêsadîtin
Tarî di nepenî de ye;ronî li ber çavan e.
Ya herî rind
Têgihîştina roja merivahiyê ye.
Dîrok: 1999
Cîh: Girtîgeha Erziromê