Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Xwezî şer nebûya,kuştin jî neba
Dayîka jî nekirana wêlewêl
Xwezî aştî û edlahî hebûya
Kes neçûya şîna li ser gorên kêl
Xwezî neyartî ji holê rabûya
Ew, ji boyî hemî gelan bibûya
Jin azad biban hêz ji wan çêbûya
Nebişkivîyana ji birînan kêl
Her derê bibûya şahî û geşî
Kes nebê kesî “tu çima çerm reşî.?
Her kes bi aram bijiya û bixweşî
Ne dexesî heba ne jî çavreşî
Ez di vê kelê da azad bim heger
Dê bi seranser welat bikira pêger
Ne gelî ne newal û ne jî serger
Gund bi gund,zome û zome êl bi êl…
Dîrok: 2000
Cîh: Girtîgeha Erziromê