Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

YAD NABIN E YAR

Yarê were bi xençerê min bikuj
Bila,birîna min bi destê tebe
Ser min bibe ewrê bi baran û mij
Bila zarîna min bi destê te be

Hemin xerîbiyê ez li xwe zîme
Ew ne xem e, ez î tîm e, birçî me
Min kun-kunî bikî dîsa razî me
Bila kuştina min bi destê tebe

Bi çend pirsên şirîn yad nabine yar
Warê wan ji mêrovanra nabe war
Têna germaya wan nade dilê sar
Bila çara min her bi destê tebe.

Dîrok: 2001

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← XWEZÎ Destpêk HAMO →