Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

HAMO

Hamo revî dehlê gurr
Xwe da fêza dêwê reş
Hirçê kire ore-or
Digirijî şêrê beş

Dêw bi gava da leza
Xwe avête nav reza
Di wê çala xewle da
Her demê lê radiza

Hamo bê tirs direvî
Çû nav dehlê dor devî
Rawîr ber wî bûne yek
Dikin bikujin ewî

Hamo hilda cote kêr
Xwe gihande lana şêr
Şêr ser lekma rabû pê
Du derbada hate jêr

Xeber dane dêwê reş
Got kuştine şêrê beş
Li dêwo bû zare-zar
Birînên wî bûne şeş

Dîtî bi wan man mehtel
Ecêb dîtin ev mesel
Hirça bi pirç li wira
Zirav qetî bêecel.

Dîrok: 2002

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← YAD NABIN E YAR Destpêk PEYVÊN QELEW →