Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

PEYVÊN QELEW

Ew kesê xwe ji xwe girtir dibîne
Mîna vegirtina konê tej - tejî
Geh li pê geh jî raxistî dimîne
Bê bingeh e wekî ew sitar be jî

Wekî dara ku ji bin va hej lê bê
Nayê bawer kirin di ser xwe de bê
Ha êvarê ket ha jî serê sibê
Ne reh lê mane ne jî çiklên kejî

Çi kirinan diqedîne çi nemûş!
Li devê wî-wê hilnayê leverên pûş
Mîna siwarê hespê bê teng û qûş
Li ser piştê hevraz berjêr dihejî

Bibin kolê zana, ne ewê ber zeq
Bila bi we vedin ewên zimanşeq
Ji wê pir çêtir e vereşana req
Ji wan pirsên çewt û gotinên bejî

Gomayî me wiha ez ji wan tehl im
Her tim nava çermê xwe de dihelim
Bi bêçaretî mest û bêmecal im
Ji ber kirinên sosret, xulqê rejî.

Dîrok: 2001

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← HAMO Destpêk DU KANÎNE →