Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ez ji gulê dil dixwazim
Nizanim ka çima nade
Bi sê rengan xwe girê da
Rûdêmê xwe nîşan nage
Nîşan nade rûyê gulî
Al û rengan dixemilî
Ka çi bikim ji vî dilî
Ber wê lal bû xeber nade
Gulê mîna kar koviya
Xwe berda bû sîngê çiya
Qidûmê min tev qediya
Beza dû wê pir kesade
Gulê bi xwe gula şan e
Kesers wê dil de jan e
Gundî ji rewşa me zane
Ka kê dîle kê azad e?
Bi sê sondê nivîsanê
Êvîndarê teme canê
Lêlê gulê malwêranê
Bese agir ser min dade
Evîna te dil min bada
Di navê da agir dada
Dilê jar di nav xema da
Herdem mirûz ne bi şad e
Gulê canê ber konê reş
Wisa kubar kubar memeş
Ji porê te mû yê jêweş
Bes e kezî gulyan bade
Gomayî me dilezînim
Şopa gulê naqedînim
Ez wê dil da dihebînim
Ew bêbext ji min re yad e.
Dîrok: 2001
Cîh: Girtîgeha Erziromê