Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Lo bilbilo dilbikulo
Çi dixwazî nizanim lo
Ji wê gula nava çilo
Lo bilbilo dilbikulo
Çiyê gul lê baxçê kere
Kunda li ser ceng û şere
Mesekine tu jî here
Lo bilbilo dilbikulo
Kunda li ser bask hejandin
Sorgula me pir êşandin
Dilê me tev herişand in
Lo bilbilo dilbikulo
Eşqa dilê me ye ew gul
Lolo malxirabo bilbil
Ez û tu ber wê bûne dîl
Lo bilbilo dilbikulo
Bitûte bilbil bitûte
Ser gula me qute qût e
Bimeş ezjî bidim dû te
Lo bilbilo dilbikulo
Min jî mînanî te ew gul
Têr bêhn nekir bi min bû kul
Axîna min û te ji dil
Lo bilbilo dilbikulo
Te hêlîn ji bo gula sor
Bê xwedî hîşt li dehlê jor
Êdî bese - bese melor
Lo bilbilo dilbikulo
Te jî minanî Gomayî
Ne xweşî dît ne jî şayî
Li me bû ewr nebû sayî
Lo bilbilo dilbikulo.
Dîrok: 2001
Cîh: Girtîgeha Erziromê