Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

YARA MIN

Bejn û bala yara min wek
Çiyayê derdor zozan e
Neyaran kon lêvegirtin
Dilê min tev êş û jan e

Bê hejmar in ne sê, ne çar
Qarê yarê min bûne bar
Ne raste ev karê bêgar
Dilê min tev êş û jan e

Ev yar bedew a dinê ye
Canê min qurbana wê ye
Pir neyaran çav î lê ye
Dilê min tev êş û jan e

Ezê êgir ser xwe dadim
Ez bi qesem û bi sond im
Min serjêkin dîsa nadim
Dilê min tev êş û jan e

Filît dibêt bi min xem e
Lew kuştiyê bejna teme
Gundîno ber bextê we me
Dilê min tev êş û jan e.

Dîrok: 2001

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← BITÛTE Destpêk GULA BEJÎBEYAN →