Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

GULA BEJÎBEYAN

Birînên kevn, êşên bi jan
Kul, girê
Min tev ji bona te vebijartin;
ji nav zeviya dil
ezê te li dewsa wan biçînim
Bila kun - kunî be sêng
Bes tu şax lê vede
li qefesa min bibe dehl û devî
Û rehan di pêsîra min de bikute

Ji bo te xwînê diherikînim
Bi te noşî be, ne bi dilop dilop
çeng bi çeng firke xwîna sor
bi wê bijî

Û solîna ji çikalan bibişkivîne
şaxa çarper bilkişîne
Kelemên tûj bikute bîbikên min
bêhna xwe bişî bêfila min

Di goristanê da

Dil bi rehekên pej - pejî
Sêng bi çikalên hej - hejî
Çav bi kelemên tûj ve jî
Tev diçin ba gula bejî
Miriyê evînê…..

Dîrok: 17 Gulan 2002

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← YARA MIN Destpêk HÊDÎ BÊJE →