Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

HÊDÎ BÊJE

Çavbeleka rû bi gul î
Tê çi bêjî hêdî bêje
Heger ta jî bi mindil î
Meke dengî hêdî bêje

Ez bi xwe jî ji te dil im
Rast nebêjim xwe bibil im
Loma nezmî diştexil im
Meke dengî hêdî bêje

Ji bo der - dor nebe xeber
Ev gotinên me dane der
Ji bo xwedê bo pêxember
Meke dengî hêdî bêje

Keça cînar keçek nehs e
Bila ew bi me nehese
Lêvên te bilivin bes e
Meke dengî hêdî bêje

Ji ber çend van ramûsana
Wê me bidin ser zimana
Filît mexe nava jana
Meke dengî hêdî bêje.

Dîrok: 08 Pûşper 2004

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← GULA BEJÎBEYAN Destpêk GEWRÊ →