Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

NEWROZ

Xelasbûna evê salê
Vêxin agirê newrozê
Rind bixemilînin malê
Ji bona cejna Newrozê

Ji şoreşa kawa virda
Ew bûye sembola kurda
Keskesorê reng vedida
Dibû nîşana Newrozê

Pêpar bikin salê carek
Li me hemiyan mubarek
Destê her yekî de darek
Vêxin agirê Newrozê

Ji bîr nekin dem û cara
Nalînê wan birîndara
Bang kin li gundî cînara
Vêxin agirê newrozê

Keziyên Besê û Gozê
Gurkir agirê newrozê
Ji bo xatirê vê dozê
Vêxin agirê newrozê

Ji Helepçê heya Wanê
Şehîda lê mil kutanê
Li herderê Kurdistanê
Vêxin agirê newrozê.

Dîrok: 1992

Cîh: Îdir

← ÎŞKENCE Destpêk ÇIL BIRÎNDARIM →