Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

GEWRÊ

Gewrê canê der bihare van bewrara
Xwe bi gulan xemilandin mîna cara
Destek malê me barkirin çûne çiyê
Kon vegirtin devê dolê ser van wara

Lê bedewê ne kirête ne jî şerm e
Bi te dilim, evîndarê bejna te me
Ka çibikim dil bê tawe xwe nagire
Bi kele - kel dişewite çiqas germe

Delala min hêla dil da bi nezanî
Lê gidiyê xwe bermede ta cîwanî
Ji wî derdî bûme şivan diçûm ber pez
Ev sê qewl in bê maf û miz bi erzanî

Evîna min qesta avê curê vala
Hilde were ber kaniya pişta mala
Bo heneka, laqirdiya, ramûsana
Ezê pezê xwe bêxwedî berdim pala

Tu pir rind î berga teda çî min hebe
Ezê bidim ji bo bextê te reş nebe
Gelekî ji te hez dikim, ji bona te
Ji vir û ha bila şîv paşîvam nebe

Ez bi qurban xemê min ên ji hev bela
Bi min bûne zêrzemiyên heps û kela
Ken û henek ji bo xelkê bûne xenî
Çima ji bo te û Filît bûne xela ?

Dîrok: 21 Tîrmeh 2002

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← HÊDÎ BÊJE Destpêk JI XÊNCÎ TE →