Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ji xêncî te kê bi derda tijike
Evî barê te daye ser milê min
Laşê min xwe ber wî barî nagire
Ewî êş berdaye nava dilê min
Baxçê min de ji gulteyên çare çar
Çavê gulan vebûn geşbû lalezar
Awirên te mîna werzebayê sar
Waha hej kiriye nava gulê min
Filît dibê te bêbextê, bêkokê
Li rûyê min wernehatî yek rokê
Dem demê, tu wek taviyê teyrokê
Cardin weş berdaye nava çilê min.
Dîrok: 2003
Cîh: Girtîgeha Erziromê