Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DILDAR

Min êvara çûyî dildar nebaş dî
Çavên hêsir, bi mirûz û pirçî bû
Dem e kurt bû, em ji hevdû zû qetîn
Nizam rewşa dildara min çawa bû?

Bi wî awî dildar ber min veşartin
Mala xwe li van cî, wara guhastin
Min yanzde sal bi vî awî buhartin
Gelo rewşa dildara min çawa bû?

Ji salixan dibê çûne zozanan
Yekcarê ketim nav tavî tajanan
Pirsan dikim ji şivan û gavanan
Gelo rewşa dildara min çawa bû?

Min êla wan pirsî, gotin: Barkirin
Sê roj berê kon ji çîtan dar kirin
Dîsa stûyê Filît li te xar kirin
Gelo rewşa dildara min çawa bû?

Dîrok: 2003

Cîh: Girtîgeha Erziromê

← JI XÊNCÎ TE Destpêk LI SER GERDÛNÊ →