Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Gelo zanyar pê haydar in
Ji vê alema cûrbi bicûr
Ji ku ve tê û diçe ku
Wê ji kê girtiye destûr
Çi hebûnek bê seri ye
Çi tevgerek bê dawî ye
Çêkerê wê gelo kî ye?
Ev cîhana bê der û sûr
Ne seryê wê ne binê wê
Ne jora wê ne jêra wê
Heta ku ye ev gêra wê
Bê vehêsan û bê hedûr
Ew bi çi vegerî hêzê
Li bintarê û li fêzê
Pêde pêde dane rêzê
Vekir derê alema hûr
Qey ew bi can û bi jîne
Bi çi armacê lezgîne
Çi dide û çi distîne
Ji xeleqên gerdûna kûr
Daliqiye bê pêveke
Yê xwe kingê eşkereke
Sirra xwe ji me re veke
Xwediyê vê cîhana dûr
Bi timtêl û bi pergalê
Ji niqteyê heta xalê
Bi cewher û dûrr û lalê
Hilstiraye berdaye tûr
Li nav tûrê bê kun û dev
Ew cûreyên ne wekî hev
Bi wî şerê her roj û şev
Xwîn rijî ser kalanê şûr
Şûr vegerî hema dîsa
Bû esaya destê Musa
Bû çarmixên zendên Îsa
Ne dad anî û ne ji nûr
Wekê ew li textê jor be
Xwedî zorbe xwedî mor be
Ne têrxwarê xwîna sor be
Ji wîre çi qesrên bi jûr
Ji xwe ew ji kesên bê bext
Û gunahkar dide ser text
Bi zor û zext şûr dide dest
Xwîn rêjekî mîna şapûr
Belengazê gunehkirî
Bi rûdanên kurnekirî
Li ber derê venekirî
Ji bo çi dikin qûreqûr
Ew deriyê ku bê male
Te çi li ber gale gale
Ev çi qîrîn ev çi hale
Gewrî li te bûye bilûr
Ew çêkerê tu çêkirî
Ebter kirî sew ser kirî
Deydar kirî sûcdar kirî
Li te birîn cirm û qamçûr
Son bi xwe bi xwîna sor
Bawer meke bi kore kor
Ji bo ewî li textê jor
Ne bigirî ne jî bizûr
Ey sofiyê her dem wirdkêş
Bi wê meya te daye pêş
Dûrkeve ji xemên bi êş
Ji te re çi eyb û abûr
Li meyxaneya mey firoş
Sê qedeha jê bikî noş
Li gel Filît bibî serxoş
Ew ji bo te nabe qisûr
Dîrok: 11 Rêbendan 2016
Cîh: Kirikkale