Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

PIRE QULE

Li ser wê re derbaz ne be
Çem di bin re pêl û pêl tê
Paş de veger ne diyare
Xûle xûlek ji kendêl tê

Pire qul e çem ji gurre
Rewşa heyî naguhure
Kê qulubî xwe nagire
Li ber ava di şip de tê

Ji hêrika kevnesalî
Bi xuşxweşê ve dinalî
Ne ziwa bû ne dapali
Gelo ew çem ji ku ve tê

Çem bi eşqê bi kel û meş
Tu kişandî ser pira reş
Hespê te ku li wir nemeş
Bizanit ew ji rê der tê

Ew bê gem e û bê zîne
Haya te qet bi te nîne
Lê ku ew te birevîne
Kê li hawariya te tê

Çi li te bûye xof û tirs
Ketî ser rê bê şêwr û pirs
Ji kerbana bi rik û hêrs
Qaje qaj ji dengê te tê

Bi pergalek ne asayî
Geh siwarî geh peyayî
Ji bo eşqa nîvco mayî
Axîn û nalîn ji te tê

Li ser şopa te bi pê pê
Yek ji dur ve li te dipê
Ji xêncî rikêwa hespê
Bêhtir çi ji destê te tê

Por wê reş dêm sipî bû
Ew maşûqa te dabû dû
Qey birîna li dil vebû
Va kefxwîn ji devê te tê

Eşqa wê li kê pêyda be
Bi kezyên wê darda dibe
Ferman hebe an ji nebe
Dengê te li sêdarê tê

Wê maşûqê bi te çi kir
Kuras ji agir li te kir
Ka bibêj te çi jê fêmkir
Filît çima li dû te tê.

Dîrok: 14 Sermawez 2016

Cîh: Kirikkale

← LI SER GERDÛNÊ Destpêk PIYAK →