Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Piyayek di rêyekê de
Bi mestemest lê dimeşî
Tena xwe ye bê hevale
Bê west li wê rê dimeşî
Demê di wê rê de diçû
Xemên wî jî dabûne dû
Geh hêdî geh bi zûzû
Bê west li wê rê dimeşî
Ne hewceye wê bibêje
Ew rêyeke çi dirê je
Ji xwe ew jî pê digêje
Bê west li wê rê dimeşî
Ji bo bigêje wî warî
Hê li wî nebûye tarî
Xwe li xwe dikir guhdarî
Bê west li wê rê dimeşî
Bi hûrmeşê rê vekişand
Şopa xwe li ser wê reşand
Ne kes talkir ne jî êşand
Bê west li wê rê dimeşî
Gelo filît pê dizanî
Li ser rêya vî zemanî
Bu aşiqê vî zimanî
Bê west li wê rê dimeşî.
Dîrok: 28 Rêbendan 2017
Cîh: Kela Burhaniyê