Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

ÊDÎ KAL BUM

Dema ku min tu naskirî
Ji wê çendê pê xweşhal bûm
Gelo ji me kê bû sedem
Min da dû te ez ji malbûm

Ewa te çande nava dil
Bû heza û sêsed û çil
Ew bûne gul ez bûm bil bil
Di zimanê xwe de lal bûm

Ji halê xweş bedhal dibim
Li textê dil ji mal dibim
Pêde diçe hê lal dibim
Ji xasê xwe bêpergal bûm

Filît digot ku bûme şûn
Hêviyê min ji min dûr çûn
Gelo çavên te ronî bûn
Emrê min çû êdî kal bûm.

Dîrok: 30 Berfanbar 2018

Cîh: Kela Panosê

← PIYAK Destpêk EY GILÎDAX →