Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Çend salin tu şewitî yî ?
Ji hezara hezar im ez
Gelo tu qet tewitî yî ?
Na xêr hê jî dizarim ez
Gêdukê te mane xalî
Hurmiz di ser de dinalî
Çîroka te bi vî halî
Bê qisetê guhdarim ez
Min got wekî tu piçekî
Tiştên biraz talde nekî
Serpêhatiya xwe vekî
Ber ku ji te zanîbim ez
Ewê şewata bi kambax
Li te nehîşt baxçe û bax
Hêj li pêyî ey gilîdax
Tu eyd û cejn qurban im ez
Bermaya şewatê yî tu
Bejmêrî xelatê yî tu
Bûka rojhilatê yî tu
Li zendên te bazinim ez
Çiyayekî cûdayî tu
Nexşê xemla gelayî tu
Min got gelo çawayî tu
Vebêj dako zanibim ez
Dengê te yê tim bi girî
Gel tu pevre gilî kirî
Navê te danîn agirî
Tu dîdarî seharim ez
Ewrên reş yê bi pelete
Bi xurmîn fetilîn ser te
Gelo ew dem tê bîra te
Ji ximamê baranim ez
Demê ew li te bûne bar
Bu gure gura bayê sar
Mînanî kevirê dest ar
Çep û rast lê vegerim ez
Wan li dor te bi lef û lef
Barandin barana bi berf
Fetisandi newal û kef
Li sîngê te zemyan im ez
Êdî berf û qeşayî tu
Li bin wê de razayî tu
Qiblegeha remzayî tu
Dian ji te niyaz im ez
Ewr qelişîn ku bû sayî
Li dora te bû reşayî
Ê ku tu li bendê mayî
Tu jî zanî pertewim ez
Pir bilindî bi wê bejnê
Sifet govî ji wê vecnê
Xweşava şerbeta cejnê
Bi lêvên xwe tamdarim ez
Key û keyban ji bo geştê
Leq ve te tên ew ji deyştê
Kê bi hêdî kê bi meş tê
Li dîmenê heyran im ez
Tu wekî kevoka şimşîr
Sip sipiyî şibhetê şîr
Her dem nexşê te tînim bîr
Ji deqdeqê xalan im ez
Awaz xweşî bi dengê xwe
Dîmen xweşî bi rengê xwe
Zozan xweşî li çengê xwe
Li wir mij û dûxanim ez
Desmala sipî ba dikî
Bi wê min ji xewradikî
Evîna xwe eyan dikî
Tu Ararat aran im ez
Zivistanê pir bi hêrsî
Tabistanê xweş dirêsî
Tu mêzekî tê verêsî
Barkêşekî çawanim ez
Hewa xwe bi bayê bezê
Rê dikî ser Elegezê
Ji kaniyên av jê dizê
Vexwarekî çawanim ez
Tu bê berge û bê evez
Ji bo geş bin baxçe û rez
Avê didî çemê erez
Ji wê bexşê deyndar im
Tu mezine ke çawayî
Bi gotinên beredayî
Ji wê xwîşka xwe dûr mayî
Bi keserê hicran im ez
Xwîşka te ya ji te piçûk
Ew hê keç bû nebibû bûk
Bi te xeyd çû ewa kesûk
Hesûdiyê naxwazim ez
Qey te guh dabû fesada
Derê xwe ji ber wê dada
Te bi destê xwe ew derda
Xemxwariyê xeman im ez
Çi li te hat nizanim ez
Bê hedûrî bi lez û bez
Dihejî wek ala gevez
Bi kesk û sor xuyan im ez
Qey tu zanî berê berê
Reşayê vegere behrê
Tişt nameşin wekî berê
Li seholê siwar im ez
Ji dîrokê jî dizanî
Pê agah û pê eyanî
Yê ku bi te bawer anî
Li hember wî rêzdarim ez
Ji seholê ku hat peyam
Olan ji devê bavê Sam
Qey hindik maye ew heyam
Lewma digot ferman im ez
Dibe ku ji mêjveyî duh
Di xewê de bi rêya ruh
Ew deng hatibe guhê Nuh
Ji qisetê nizanim ez
Ji bo hella seholbendê
Ew çend sala ma li bendê
Li ser nivîsa li Zendê
Ji ber wê ye bi lez im ez
Bi miqar û bi xerate
Li keştiyê sere raste
Ew çîrok raste ne raste
Hela hê jî nizanim ez
Wî bi destê çend kedkara
Ji bona hemû candara
Keştiyek çêkir bi dara
Derewkarê xeybanim ez
Ewên ku derê te vekin
Yê çen pirsan ji te bikin
Bêkêmasî bi kine kin
Peya mede nebêje ez
Te di dîrokê de çi dî
Bilî şarezaya Medî
Çen kes li te bûne xwedî
Ji babetê nizanim ez
Te çendî çend paytext dîtin
Te çendî çend mişext dîtin
Te çendî çend bêbext dîtin
Kanê çendan bibêjim ez
Çendan ji wan tu naskirî
Çendan ji wan tu kas kirî
Çendan jî tu pênas kirî
Kê hat û çû nizanim ez
Agirgeha Zerdeştiyan
Av û cewên Ûrartûyan
Ew şopan hê jî tên xuyan
Bi wan şopan şiyan im ez
Yên gotin em serbilindin
Ne dilnizm in pir bi tundin
Ser navê te dia xwendin
Neyarê derewanim ez
Yê aqil jî hatin û çûn
Yê pispor jî hatin û çûn
Yê mîr bûn jî hatin û çûn
Çûyî çûne mayîme ez
Hinek ji wan bihesp û gem
Xurijîn li ser lêva çem
Ne Ereb man ne jî Ecem
Warê gelê Ekrad im ez
Meşkelendok jî hat û çû
Ew qiralê sumeran bû
Sûmmû Abûm Babil jî çû
Li şûna wan Soran im ez
Ne Akadim û her nejî
Sargonê ku text lê hekî
Ez ew gelê li vir dijî
Lor û Lûl û Goranim ez
Ji gelê te yêd bêfil kêr
Ew mêxasên ji nifşê şêr
Jin û canik mêr û camêr
Ji êlata Botan im ez
Êşên te yên ji keze bê
Parve bikim bi edebê
Ji şerqê hetanî xerbê
Li benda te pavanim ez
Merivekî ne nezanim
Ji rûmetê xweş dizanim
Tu keybanûyî ey xanim
Li mala te mêvan im ez
Ji bo xem û xeyalên min
Hêratiya xwe bide min
Ber ku bibe srraxa min
Bê libas û uryanim ez
Bê libasim bi şilfê xwe
Bi kerem û bi ulfê xwe
Min bipêçe bi zulfên xwe
Bêguneyê tifal im ez
Bi te bi bext û mirazim
Rojê çend cara digaz im
Du lib tişt ji te daxwaz im
Bi cî bînî xweş hal im ez
Ji bo ewî dilê şkestî
Ewê ku min ji te xwestî
Yek dilsozî yek dirustî
Bi kêmbuha dixwazim ez
Mêze bike vaye êdî
Pir kes li te nabin xwedî
Te Filîtê Goma jî dî
Ewê bê kîn û bê xerez.
Dîrok: 07 Gelawêj 2016
Cîh: Kirikkale