Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

LI SER TEMEN

Demê ewa ji cî leqî
Ha bi heqî ha bê heqî

Hinek pîne lê welandin
Ber bi roniyê ve şandin

Bi wî şilfê rût û tazî
Yekê li wê dikir gazî

Jê re vekir ber û pêsîr
Têrkir ji bistanên bi şîr

Ew bistanên şibhê sêva
Yeko yeko dan ber lêva

Ew hatibû şeş û nîvê
Bibû meraqdara hîvê

Bi wan rezên li ser darê
Dielimî bi hejmarê

Li temenê şanzde salî
Êdî ew kirin bermalî

Temen ku bû nozde û bîst
Xeberên xweş ji xwe bihîst

Li qada pêncî û şêstî
Bibû yeka ji raşkestî

Temen ku digêje heyştê
Bal diçe ser nanê teyştê

Gava ji nodî çû sedî
Guh nebihîst çav ji nedî

Va disa ew ji cî leqî
Ha bi heqî ha bê heqî

Diçe ciyê reş û tarî
Bê agah û bê diyarî

Disa pîne lê welandin
Ber bi tariyê ve şandin

Despêkê jî di wir de bû
Cardin ew derî lê vebû

Ha bi xemgîn ha dilovan
Ev e temenê mêrovan.

Dîrok: 25 Adar 2016

Cîh: Kela Burhaniyê

← EY GILÎDAX Destpêk SERPÊHATIYA RÊWIYEKÎ →