Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

SERPÊHATIYA RÊWIYEKÎ

Yê li xana Dêrê de êwirî bû
Rêwiyekî terkeser û bengî bû
Di wê xanê de dîlberek jî hebû
Ewê bi nam û şanê xwe deng dabû

Rêwî ji bo wê dîlbera li xanê
Ji mêj ve hatibû wê xelwetxanê
Bona nefsa xwe di wir de terbeke
Li xelwetê ketibû çilexanê

Reşmareke di tûr de bû ew dîlber
Xwe bi xêliyê xemiland derket der
Wê bi naz û bi cilweyên keçanî
Perde ya neqş rakir ji ber dêmê zer

Ji ber huba wê bi qîrîn û bi deng
Bi hecanê lal bû li rû nema reng
Tevizîne bilind nabin dest û mil
Ji ber eşqa wê şepala şox û şeng

Dîlber hêrs bû di ser de çû gotê hiş !
Leq ve wî hat nola ewa dûv li piş
Avirên tûj di ser wî de barandin
Carê li wî ne aqil ma ne jî hiş

Ewê dîsa mîna mara fetikêş
Bi kubarî li kaşxanê derket pêş
Bi wê bejn û bala li hev dagirtî
Jiyan bi wî rêwî kire kul û êş

Ew evîna li serê wî bela ye
Bi wê belê tebata wî nemaye
Evîn êrî nîn e rewşek cûdaye
Dil talan bû li şûnê tişt nemaye

Qesta hatina rêwî li wê Dêrê
Ewê bibûya mevanê dîlberê
Kewran û bazirgan ji bîr kirinbûn
Lewra ketibû çerxa wê qecerê

Li kewranê li ber xanê mêzekir
Li bejn û bala dîlberê mêzekir
Li nava xwe da û neksa wî çikî
Û vegerî li rewşa xwe mêzekir

Ew bi agirê pêketî dikewî
Bi wî awî êdî li wir nehewî
Destê xwe bi bêhemdê xwe ba dikir
Wekî bilbil li ber gulê ditewî

Pîremêrê raşkestî bû ew rêwî
Di wê rê de pir westî bû ew rêwî
Geh zer dibû geh jî sor û sipîço
Lewma li wir rawestî bû ew rêwî

Geh sipîço geh bi rengê zerikî
Çav lê şil bûn eşqa dil jê ferikî
Birînên wî ji nû ve kew girtibûn
Derevebûn xwîn di wande herikî

Dîlber bibe dûpişk û mar dan çi ye?
Sêsed carê li wî vede jan çi ye?
Eşqa agirê dîlberê gurr dibû
Di wê rê de serî bide can çiye

Dîlbera lêv ji şûşeya qenda wî
Li wê xanê xwe berda bû benda wî
Keziyên xwe bi şidayî hûnabûn
Wek kemendê avîtibû zenda wî

Li zenda wî pêçandibû cote bend
Dîl girtibû bê mecal û bê fersend
Kewandibû bi kûrika pifdayî
Naê zanîn ka fêl û fend bûne çend

Li ber eşqa wê dîlbera rûgulî
Bû pêkenî ew jî bi wî dibilî
Keti bû rewşa dînê li kolana
Wek epterê bê lome û bê gilî

Ew rêwî sofî bû ji terîqetê
Mirîdê şêxê xwe ehlê taetê
Gilî û gazin ji wî nayên kirin
Ji firqetê dûr ketibû ji xetê

Ji xwe lingê wî ça li wê xanê ket
Cara yekem bû bê qet û bê qamet
Li nav fikarên tevlihevî bûyî
Ji baweriya ola xwe dûr diket

Bi wî awî ji mizgeftê çû Dêrê
Bêpar mabû ji mirad û ji xêrê
Rahîbê bi esayê lê jimirî
Ji bo ku wî bi lêdanê bîne rê

Bi lêdanê xwîna rengê al dida
Mor nîşana li ser textê zal dida
Zimrûd û zîv û sed zêrê xal dida
Wê xedarî hê jî hêvî nedida

Zêr û zîv ji bo xedarê nedivê
Teql û pîv ji bo kedxwarî nedivê
Tav û hîv ji bo çavkorê nedivê
Ji bo mey xur qedehekî mey divê

Mey xur vexar bi şad û eşq û hewes
Sê lib qedeh qulibandin negot bes
Bû bikirê meyfiroşê meyxanê
Ne edeb ma ne tore û ne ji nefs

Noşî cankir bi fîncanê bi tasê
Tiştek nîn bû ji xweştirî wê qasê
Ew sofiye meyperestê serî mest
Serxweş serxweş ketibû nav reqasê

Ji reqasê her hêlê de sor bûye
Ji ber eşqê ji çavên xwe kor bûye
Ew derda derdekî bê dermane
Xwe li ber wî ragirtin pir zor bûye

Ew pîtola zanyarekî germase
Dixwest bi nêta dîlberê binas e
Ketiye ber ba bahozê evînê
Lewma yê rê ji dergevan bipirse

Gelo kê wî ji vî derdî xelaske
Riya Dêrê li ber wî sereraske
Verastî li ciyê deynê xwe bide
Wê horîperiya bê per û baske

Bûye deyndarê evînê ew camêr
Ne mizgeft jê re bû çare ne jî dêr
Barê evînê bi zêr û zîv be jî;
Ne bi wî qencî tê kirin ne jî xêr

Sedem ew dilbere xedar ew dilber
Xelet ew dilbere xafil ew dilber
Zeîf ew dilbere paqij ew dilber
Ezîz ew dilbere letif ew dilber

Ew tev xewn in ne xan heye ne derî !
Ne dîlber li wir bû ne jî ew zerî !
Ne horiya bi bask ne jî ew perî !
Hîva çarda bû ew li jor digerî

Xewn çiye wê ji xewn dîtî bipirsin
Dil çiye wî ji dildarê bipirsin
Rê çiye wê jî ji rêwî bipirsin
Gul çiye wê jî ji bilbil bipirsin

Çavê xwe li tavehîvê ku vekir
Lê belê ferqa tiştekî jî nekir
Ji xuydanê li eniya xwe bilî
Ne dengek û ne jî sadayek seh ki

Bi xwe hesî mêrovek li pêş xwe dît
Jê wî pirsî got tu kî yî?Got : filît
Dîsa pirsî:Got te jî ew Dilber dît?
Na! ez di nav gulan de bûm min nedît.

Dîrok: 18 Rêbendan 2016

Cîh: Kirikkale

← LI SER TEMEN Destpêk CIVAK NAS TERZÎNIN →